Rejima Beşar Esed ku Rüsya alikariya asimani dide, ligel komen biyani yen terorist ku İran pişte dike, peymanen Astanaye ü rekeftina Soçiye binpe kirin ü 16 cih ü waren din en Helebe yen di nava sinore Herema Kemkirina Rageşiye İdlibe da bi dest xistin.
Hezen rejime bi piştevaniya heza asimani ya Rüsyaye va di 24 saeten dawi da li rojavaye bakure Helebe ligel navçeyen Anadan ü Hureytane, Uveyhine, Kefer Hamra, Cemiyet ez Zehra, Beyanon, Hayyan, Tel Musibin, Babis, Maret el Ertaik, Cemiyet el Hadi, Bişkatin, el Hute, Leyremon, Mellah ü Kefer Dail bi dest xistin.
Bi vi awayi rejime desthelata xwe ya li rebejaya M-5 ku navenden bajaren Heleb ü Şame digihine hevdu, zexmtir kir.
Peymanen Astanaye ü rekeftina Soçiye binpe kirin
İdliba li bakure rojavaye Süriyeye ji destpeka şere navxweyi vir da di deste mixalifan ü komen çekdar en li diji rejime da ye. Serjimara navenda İdliba di sala 2015an da bi tevahi kete deste mixalifan bi koça navxweyi va derkete 4 milyoni. Rejim heri zede erişi ve hereme dike.
Ji rekeftina Soçiye vir da di erişen ser İdlibe yen rejime ü piştgiren we da ji 1800i zedetir sivil hatin kuştin. Ji rebendana 2019an vir da hejmara kesen koçi sinore Süriye-Tirkiyeye kirin ji derket milyonek ü 794 hezar kesi. -
|