Li İdliba bajare Süriyeye bo kesen ji ber erişen rejima Beşar Esed ü piştgiren wi reviyane ü xwe spartine kamp hene le lexemen li wan kampan ji ber barane bi ser da avet ü ji ber behna geni zarok nexweş dikevin.
Li bajare İdliba ku baran zede bi tesir bü kesen di konen ji cil ü naylonan hatine çekirin da diminin perişan bün.
Kampen li ser zeviyan hatine avakirin ü binesaziya wan tuneye bi barina barane va di nav ava lexeme da man.
Ji ber behna geni ü keziken derketine nexweşin belav dibin ü malbat dixwazin demildest çareseriyek be ditin.
Ji şeniyen kampa Balaya li rojavaye İdlibe Mihemed Aded daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ava barane ü ya lexeme tevlihev bün ü li qada kampe qelibin.Aded destnişan kir ku ew ava geni dibe sedema nexweşiyan ü wiha domand: "Ji ber behna geni ya ave zaroken li kampe bi nexweşiya wek kinera Helebe dikevin ü yan ji guri dibin."
"Nexweşiya di nav zarokan da zede bü"
Merwe Xelila di koneki li ber hilweşine da ye dimine got ku ji ber behna geni ya ji lava lexeme qiza we guri bü ü wiha domand: "Dema ba be ü yan ji baran bibare behna geni belav dibe. Nexweşiya di nav zaroken li kampe da zede dibe." -
|