Meclisa Herema Kurdistana Iraqe (HKI) bi pirdengi Mesrür Barzaniye ji bona avakirina hikümete hatibü wezifedarkirin wek serokwezir hilbijart ü kabineya weziran ya ji 21 kesan pek te qebül kir.
Li Meclisa HKIye iro bi beşdariya 111 parlamenteri dengdayin hat kirin ü Mesrür Barzaniye kure Mesüd Barzaniye Seroke HKIye ye bere ku meha bori ji bona avakirina hikümete hatibü wezifedarkirin 88 ray hilda ü wek serokwezir hat hilbijartin ü ji xeyni Wezire Neft ü Çavkaniyen Sirüşti ku nave wi nehat eşkerekirin kabineya weziran ya ji 21 kesan pek te hat qebülkirin.
Di dengdayina ku parlamenteren Tevgera Nifşa Nü, Partiya Yekitiya İslami ya Kurdistane (Yekgirtü) ü Partiya Civaka İslami (Komel) bedeng man da pişti 10 mehan kabineya nü hat avakirin.
Kabineya hikümeta nü ku Mesrür Barzani serokwezire koalisyone ye pişti ku Seroke HKIye Neçirvan Barzani imze kir we dest bi wezifeye bike.
Di hikümeta koalisyone da Partiya Demokrat ya Kurdistane (PDK), Tevgera Goran (Guherin), Yekitiya Niştimani ya Kurdistane (YNK), Tirkmen ü Xiristiyan hene.
PDKya di hilbijartina İlona 2018an da 45 parlamenter wergirtibü ü bübü partiya yekemin di kabineye da serokweziri ü 8 wezaret hilda ü ew ji ev in: "Serokwezir Mesrür Barzani, Wezire Karen Navxweyi Reber Ehmed Xelil, Wezire Edalete Firsed Sofi, Wezire Tenduristiye Saman Hiseyin Mihemed, Wezire Perwerdeye Alan Hama Seid Salih, Wezire Turizm ü Bajarvaniye Sasan Osman Ewni, Wezire Karen Diyanete Piştevan Sadiq, Wezire Ceyrane Kemal Mihemed Salih ü Wezira Hereme Vala Ferid."
YNKya di hilbijartine da 21 parlamenter hildabü ü bübü partiya duyemin ji xeyni alikare serokwezir 6 wezaret hilda ü ew ji ev in: "Alikare Serokwezir Qubat Talabani, Wezire Peşmergeyan Şoreş İsmail, Wezire Çandini ü Çavkaniyen Ave Begerd Talabani, Wezire Plansaziye Dara Reşid Mehmüd, Wezire Perwerdeya Bilind Aram Mihemed Qadir, Wezire Çand ü Ciwaniye Mihemed Seid Eli ü Wezire Hereme Xalid Selam Seid."
Tevgera Goran ku di hilbijartine da 12 parlamenter wergirtibün di kabineye da 4 wezaret hilda ü ew ji ev in: "Wezire Abori ü Maliyeye Awad Şex Cenab, Wezire İmare Dana Ebdulkerim, Wezire Ticaret ü Pişesaziye Kemal Muslim ü Wezire Karen Civaki Kuwestan Mihemed."
Di kabineya nü da Aydin Merüfe Parlamentere Eniya Tirkmenen Iraqe bü Wezire Hereme ü ji Xiristiyanan Ano Cewher ji bü Wezire Ragihandin ü Gihandine.
Ebdullah Mehmüde ji listeya Modern ü Azad ku 2 parlamenter derxistibün bü Wezire Enfal ü Şehidan. -
|