Li gor encamen teqez en hilbijartina parlamenteriye ya Herema Kurdistana Iraqe (HKI) ku di 30e ilone da hat kirin, Partiya Demokrat a Kurdistane (PDK) bü partiya yekemin.
Li gor encamen teqez en ku Komisyona Hilbijartina Bilind ü Referandume ya Serbixwe ya HKIye eşkere kir, PDKe 45 parlamenter qezenc kirin ü bü serkeftiye hilbijartine.
Yekitiya Niştimaniya Kurdistane (YNK) 21 parlamenter qezenc kir ü bü partiya duyem. Tevgera Gorane ji 12 parlamenter qezenc kir ü ji reza duyem ket reza seyem.
Tevgera Nifşa Nü ku li HKIye cara ewil kete hilbijartine ji 8 parlamenter qezenc kirin. Partiya Civata İslami (Komel) li gor hilbijartina 2013an denge xwe zede kir ü 7 parlamenter qezenc kir.
Tifaqa "Ber Bi İslahe Va" ku ji Partiya Yekitiya İslami ya Kurdistane (Yekgirtü) ü Partiya Tevgera İslami ya Kurdistane (Bizotnewe) pek te, di hilbijartina dawi da denge xwe yen bere nevi winda kir ü 5 parlamenter derxist.
Komisyona hilbijartine ya HKIye ji 9 endaman pek te ü ji bo pesendkirina encamen hilbijartine pedivi bi pesendkirina 5 endaman heye.
5 endamen komisyone encam pesend kir, 4 endaman ji red kir.
Li HKIye nezi 5 milyoni nifüs heye ü 3 milyone we di 30e ilone da seba hilbijartina gişti çübü ser sandoqe, 29 parti ü koalisyon seba 111 parlamenteren meclise ketibün peşbaziye. Rejeya beşdariya hilbijartine ji sedi 57 hatibü eşkerekirin. -
|