Li Tripura eyaleta Hindistane Shantanu Bhowmicke ku di televizyoneke heremi da dixebiti çaxa li ser wezifeye bü hat revandin ü paşe ji hat kuştin.
A.K. Shuklaye amire polesan diyar kir ku do evare partiya siyasi ya Eniya Gele Xweci ya Tipuraye re girt ü çalaki li dar xist çaxa Shantanu Bhowmicke 27 sali çalaki temaşe dikir hat revandin.
Shukla destnişan kir ku paşe Shantanu Bhowmick ditin le bele ji çend ciyen xwe hatibü kerkirin ü li dewsa büyere miribü.
Poles li ser kuştina Bhowmick 4 endamen Eniya Gele Xweci ya Tipuraye binçav kirin.
Li seransere welet bertek nişani kuştina Bhowmick dan.
Li gelek bajaren Hindistane çalaki hatin lidarxistin, çalakvanan kuştina rojnamevane ciwan wek "erişa li ser azadiya çapemeniye" nirxandin.
Gauri Lankesha rojnamevana bi nav ü deng a welet ji di 5e ilone da li peşiya mala xwe ya li Bangaloreya paytexte eyaleta Karnatakaye di erişa çekdari da hatibü kuştin.
Pişti kuştina Lankeshe li Bangaloreye çalakiya protestoye hatibü lidarxistin. -
|