Li Hindistane misilmaneki ku li gor idiaye çelek şerje kiriye, hat linçkirin.
Li gor nüçeya "Hindustan Times"e li Hapura herema eyaleta Uttar Pradeşe, bi idiaya ku çelek şerje kirine du kes rasti erişa çeteyeke hatin ü yek je li nexweşxaneye mir.
Şahidan got, li ser gotegoten ku Qasime 38 sali ü Şamiuddine 65 sali çelek şerje kiriye di nav gundiyan da belav bü ü li ser ve gotegote çeteyek civiya.
Mihemed Yasine biraye Şamiuddin daxuyani da ü wiha got, "Keke min ji bo ku em bikire çübü Madhpuraye. Ew ü bazirgane dewaran Qasim li we dere rasti hev hatine. İhtimal e ku bi wi ra ditine, loma erişi keke min ji kirine."
Yasin diyar kir ku çeteye Qasim ü Şamiuddin kuta ne ü ber bi perestgeheke va nezi kilometreyeke erde ra kaş kirine ü wiha dewam kir: "Pişti di nav gundiyan da gotegot belav büye ku herduyan çelek şerje kirine, rasti erişe hatine."
Ji perestgehe keşiş Ekadashi Giri diyar kir ku di deste endamen çeteye da destidar hebüne ü herdu zilam sücdar kirine ü gotine wan çelek giredane ku şerje bikin.
Hat gotin ku polesan nezi perestgehe Qasim ü Şamiuddin xelas kirine ü rakirine nexweşxaneye, le ji ber ku Qasim derbeyen giran hildane, xelas nebüye.
Poles red kir ku herdu li ser gotegoten kuştina çelekan rasti erişe hatine ü idia kir ku eriş ji ber bezineke ku di trafiqe da derket, çebü.
Li welet di demeke nez da ji ber ku heywan birine cihe şerjekirine ü goşt xwarine bi taybeti li misilman rasti gelek erişen nefrete hatin. -
|