Li Hindistane jimara peketiyen rojane yen virusa koronaye ya nü (Kovid-19) ji destpeka şewbe vir va derket pileya heri zede.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiye ya Hindistane hat dayin, di 24 saeten dawin da 115 hezar ü 736 peketiyen nü hatin tesbitkirin, jimara peketiyan bi tevahi derket 12 milyon ü 801 hezar ü 785an.
Ji 30e rebendana 2020i vir va jimara peketiyen Kovid-19e cara ewil ev qas zede bü.
Beri niha heri zede di 4e nisane da 103 hezar ü 558 peketi hatibün tesbitkirin.
Di 24 saeten dawin da li Hindistane 630 kes ji ber Kovid-19e mirin, jimara miriyan bi tevahi derket 166 hezar ü 177an.
Jimara kesen ku bi viruse ketin ü paşe qenc bün ji derket 11 milyon ü 792 hezar ü 135an, li welet tedawiya 135 hezar ü 926 kesan dewam dike.
Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyen ser Kovid-19e berhev dike, Hindistan li dinyaye di reza 3yem da ye ku virus heri zede le hatiye tesbitkirin.
Li welet ku 1.4 milyon kes dijin da heta niha bi tevahi 87 milyon ü 77 hezar ü 474 kes hatine aşikirin. -
|