Li Hindistane ji herema Noiadaye eyaleta Uttar Pradeşme bi sedan cotkar ji bo xizmeta perwerde ü tenduristiye ya bepere, ceyrana erzan ü sotemeniye ber bi Delhiya Nü va dimeşin.
Li gor nüçeyen ku li çapemeniya heremi ya Hindistane derketin, Rexistina Cotkaren Hindistane ü Wezareta Çandiniye li hev nekirin.
Li ser ve cotkaren welet ji bo çalakiye biryar da ü dest bi meşe kir.
Seroke Rexistina Cotkaren Hindistane Puran Singh daxuyani da ü wiha got: "Em bi revebiren Wezareta Çandiniye ra hatin bal hev, le me li hev nekir. Ji bo qebülkirina daxwazen me em e ber bi Delhiya Nü va bimeşin."
Cotkaran xwest ku ber bi Kisan Ghata biranina Chaudhary Charan Singhe Serokwezire bere ü Seroke Cotkaran va bimeşin, le polesan li deriye Delhiya Nü peşiya çalakvanan girt ü destür neda.
Li hereme ji ber çalakiye hatin ü çüyina wesayitan sekini.
Cotkar ji bili xizmeta perwerde ü tenduristiye ya bepere, ceyrana erzan, sotemeni, ji bo berhemen çandiniye alikariya pereye ü teminate ji ji hikümete dixwazin. -
|