Eli Bapire Seroke Partiya Civaka İslami (Komel) ya Herema Kurdistana Iraqe der bare referanduma serxwebüne ya ku we di 25e ilone de çebibe axivi ü got heke referandum neye betalkirin dibe ku pevçüneke navxweyi çebibe.
Bapir der bare referandum ü tevgeren diji referandume de daxuyani da nüçegihane AAye.
Seroke Komele Bapir got ji bo referandume xebateke cidi nehatiye kirin, bingeha HKIye ji bo referandume ne amade ye ü wiha axivi: "Binerin şüna yekitiyeke siyasi, rageşi heye. Şüna aboriyeke xurt, gele me mehaneya xwe kem hildide. Ji hela aboriye va bingeha me ne saxlem e. Heza me ya leşkeri ya neteweyi ü rek ü pek tune. Tekiliyen me yen bi welaten cinar re ji di asta partiyen siyasi ü takekesiye de ye. Meclisa me naxebite. Ji ber van sedeman ez dibejim ji bo referandume şert ü merc tere nakin."
Bapir got wek Komel wan he biryarek nedaye ü ew ji aligiren xwe re nabejin bila bibejin "ere" an "na".
Bapir got der bare referandume de hin fikar ü tirsen wan hene ü wiha axivi: "Em hewl didin ber bi dewleteke serbixwe va bimeşin, le dibe ku em herema di deste me de ye ji winda bikin. Mesele ev e. Berevaji ve tu kes ne li diji referandume ye."
"Dibe ku pevçüneke navxweyi çebibe"
Bapir got heremi ü navneteweyi gelek itiraz hene ku bila referandum çenebe, le heke çebibe dibe ku hin welat mueyideyen aboriye derxin peş me.
Bapir got bi van mueyideyan rewşa aboriye dibe ku xirabtir bibe ü wiha dewam kir: "Jixwe gel ji rewşa niha aciz e. Zike ter hay ji zike birçi tune. Li herema me gelek kesen bekar ü feqir hene. Gel li ber van tiştan nikare li ber xwe bide. Pişti referandume heke rewş xirabtir bibe, dibe ku pevçüneke navxweyi çebibe." -
|