Hat ragihandin ku li Herema Kurdistana Iraqe ji ber tawane "heqareta li hemberi Peşmerge ü malbaten wan" der heqe parlementera li Meclisa Iraqe ya ji Tevgera Gorane Sirwa Ebdulwahide da biryara desteserkirine hat derxistin.
Midüre Polese Hewlere Ebdulxaliq Talat di daxuyaniya xwe ya ku da rojnameya heftane Basnewse da diyar kir ku Dadgeha Hewlere ji ber tawane heqareta li hemberi Peşmerge ü malbaten wan der heqe Cigirseroka Koma Gorane Ebdulwahide da biryara desteserkirine da.
Talat diyar kir, parlementer Ebdulwahida ku li Bexdaye rüdine he nehatiye Hewlere.
Dadgehe he der bare mijare da daxuyani nedaye.
Parlementera ji Gorane Ebdulwahide di 7e Berfanbara 2016an da beşdari bernameya televizyoneke bübü ü herwiha hatibü idiakirin ku di ve bernameye da Ebdulwahide heqareti Peşmerge ü malbaten wan kir.
Pişti gotinen Ebdulwahide, Hewler di seri da li Silemani ü Duhoke xwepeşandan hatibün lidarxistin, Wezareta Peşmerge gilidar bübü ü dozgeriye ji lepirsin dabü destpekirin. -
|