Li navçeyen Til Ebyad ü Resüleyne ku bi Herekata Kaniya Aştiye ji terore hatin paqijkirin, gel cara duyem e ku meha remezane di nav arami ü ewlehiye da peşwazi dike.
Gelek sivilen ku rexistina terore ew ji ci ü waren wan kirine, pişti herem ji YPG/PKKya rexistina terore hat paqijkirin ew sivil cardin vegeriyan ci ü waren bav ü kalen xwe ü kefxweş in ku we meha remezane bi eqrebayen xwe ra derbas bikin.
Li navenden navçeyan seba amadehiyen paşiv ü fitare qerebalixi heye, ji aliye din va ji xwediyen kargehan ji ber meha remezane xebaten temir ü paqijiye dikin.
Hezen Arteşa Neteweyi ya Süriyeye (ANS) ji li ser ihtimala ku YPG/PKKya rexistina terore erişi sivilan bike, li teketin ü derketinen navçeyan tevdiren ewlehiye zede kirin.
Mecid Bathawiye Til Ebyadi daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir, ew wek Misilman li benda meha remezane ne.
Bathawi diyar kir, pişti ku Til Ebyad ji terore hat safikirin, ew vegeriya mala xwe ü wiha dewam kir, "Ev e bibe remezana duyem ku em li mala xwe derbas dikin. Hemü eqrebayen me vegeriyan ser axa xwe ü kare xwe. Em ve şabüne bi hev ra dijin."
Bathawi bangi bazirgan ü karsazan kir ku seba feqir ü xizanan bihayan kem bikin.
Dikandare şerani ü pideyan Fahid Marük ku vegeriya navçeya Til Ebyade diyar kir ku par di meha remezane da wan xwe bi pe ra nedigihand ü lewma ji wan isal amadekariyen xwe peşda kirin.
Marük diyar kir ku isal ji mina salen bere ceyran ü tüp pir biha ne, lebele alav pir in ü wiha dewam kir, "Şerani ü pideyen me heri zede di paşive da ten xwarin. Ji xeyni ve, em paketan amade dikin ü ji eskeren me yen ku nobede digirin ra ji dişinin."
Osman Eliye penervan ji diyar kir ku pişti 5 salan ew vegeriya navçeya Til Ebyade ku ji rexistina terore YPG/PKKye hat xilaskirin ü ew e remezana ewil digel malbata xwe derbas bike.
Eli diyar kir ku ew pexwarinen taşte difiroşe ü wiha dewam kir, "Gava ez vegeriyam ser axa xwe ez li heman pişeya xwe vegeriyam. Ez pir kefxweş im ku ez e bi malbat ü eqrebayen xwe ra meha remezane derbas bikim."
Eli meha remezane li hemü alema İslame piroz kir ü got ku ew hewl didin, berheman bi bihayeki guncan li kesen desteng bifiroşin da ku tu kes birçi nemine.
Navçeyen Til Ebyad ü Resuleyne 9e Cotmeha 2019an bi Herekata Kaniya Aştiye ji rexistina terore YPG/PKKye hatibün paqijkirin. -
|