Li Çuxurcaya navçeya Hekariye ji bo ceribandine daren "xurmeya cinete" hatin çikandin pişti ku ber ü bereketa xurmeyan zede bü ji li navçeye daren meweyen din ji hatin çikandin.
Li Çuxurcaya nezi sinore Iraqe bi saya avühewaya germ daren hinar ü hejire heşin dibin, Midüriyeta Çandini ü Daristanan a Navçeye ji vir 5 sal bere ji bo ceribandine daren "xurmeya cinete" ya bi nave "xurmeya Trabzone" ji te zanin çikandin.
Li navçeye li ser 12 dolim erdi baxçe hat avakirin ü dar hatin çikandin ü par ji wan daran 1,5 ton "xurmeya cinete" hat komkirin.
Midüriyeta Çandini ü Daristanan a Bajer li bende ye ku isal ji 3,5 ton xurmeyan kom bike ü ji ber ku ber ü bereket zede ye xebat da destpekirin ku li Derecika avühewaya we germ e ji daren meweyen avühewaya germ daçikinin. Di ve çarçoveye da li navçeye 120 daren "xurmeya cinete", 40 daren zeytüne, 40 daren hinare, 40 daren hejire hatin çikandin.
"Li Hekariye heremen xweditaybeti hene"
Midüre Çandini ü Daristanan e bajer Vahat Şimşek daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku erdnigariya Hekariye, bilindahiya we, rewşa ekolojiye xwedi taybetiyan e ü dikarin li ve dere cotkariya mewe, sebze ü rezan bikin.
Şimşek got bi piştgiriya ku dan va li Çuxurca ü Derecika xwedi mikroavühewaye ne şitlen xurmeya cinete, hejir, zeytüne yen li avühewaya germ heşin dibin çikandin ü wiha pe da çü:
"Me di projeye da serkeftinen baş bi dest xistin. Di ve çarçoveye da bi taybeti li Çuxurcaye me ji daren li 12 dolim erdi hatibün çikandin xurmeya cinete kom kirin. Ber ü bereketa daran rüye cotkaran geş ü xweş kir. Em ji daren 5 sal bere hatibün çikandin xurmeyan kom dikin. Daren salen pey hatin çikandin ji ew e sala peşiya me meweyan bidin. Bi vi awayi kapasiteye zede bibe. Me di 14e cotmehe da di nav daran da lekolin kir ü dit ku ji her dare 30 kilo xurmeya cinete ew e were komkirin. Bira ji bajar, memleket ü cotkaren me ra bi xer bibe."
"Meweyen me di televizyone da diditin em li ve dere kom dikin"
Şaban Taşe cotkar got ku bere "xurmeya cinete" di televizyonan da diditin le nika li gunde wan heşin dikin ji ber ve ji geleki kefxweş in.
Taş destnişan kir ku 5 sal bere Midüriyeta Çandini ü daristanan peşniyazi wan kir ü wiha pe da çü:
"Me bi hewaya ve dere bawer kir ü dest bi vi kari kir. Me bi saya midüriyeta xwe baxçe ava kirin. Ji ber ber ü berekete em kefxweş in. Em ji hemü daran xurmeyan kom dikin. Ez dizanim ku xurmeya cinete li heremen Behra Sipi ü Behra Reş ten heşinkirin lebele li heremeke qadeke ewqasi fireh tune. Haya cotkaren din ji pe ket ü eleqe zede bü. Em meweyen xwe nadin piyaseye bi tene li baxçeye xwe difroşin." -
|