13.06.2024 12:27
Li Hekariya ku bi bedewiyen xwe yen diroki ü siruşti bi nav ü deng e, bi saya we yeke ku di salen dawin arami ü asayiş le serwer e, bi germbüna hewaye ra ü bi serxwe va hatina siruşte, liv ü tevgera geştiyariye dest pe kir.
Bajare ku hezar ü 720 metro bilind e ü beşeke we ya mezin ji çiyayen bilind pek te, bi siruşta xwe ya pak ü ciwan bale dikişine, di serdema dawin da bü navendeke giring a geştiyariye.
Hekariya ku bedewiyen we yen veşarti he nü nü ten keşifkirin, zozanen we yen xwedi dimenen behempa, cemed, şelale ü curbicuriya jiyana we ya kovi dibe ziyaretgeha geştiyaran.
Geştiyaren ku di rojen dawin da bi navginiya şirketen ture ten hereme, li siruşte ü cihen diroki digerin ü der bare çand, siruşt ü diroka we da dibin xwedi agahi.
Li parezgeha ku her sal hejmara geştiyaran le zede dibe ü jiyana civaki geşe dide, xebaten geştiyariye ji dibin sedema geşepedana aboriya we hereme.
Wali ü Wekilseroke Şaredariye Ali Çelik got, "Digel ku heta sala 2016an rejeya geştiyaren ku dihatin parezgeha me salane derdora 40 hezari bü, pişti ve tarixe her sal hejmara geştiyaran zede bü. Heta par 110 hezar kes serdana bajare me kirin. Ev geşedaneke mezin e. Bi gişti hejmara me ya hewirine ya salane gihiştiye 170 hezari. Ev hejmar tene ya wan kesan e ku bi armanca ger ü geşte ten."
Şeyma İsmaila ku ji Iraqe hatiye ji diyar kir ku Hekari xwedi menzereyeke behempa ye ü wiha got, "Yen ku bere nehatine ve dere, bila werin ü bibinin. Em pir xweş hatin peşwazikirin. Geleki mevanperwer in. Min gelek cih ü der ditine, le ev der bi tevahi cuda ye."
Chase Jhonsone ji Amerikaye hatiye ji wiha got, "Min ev bajar geleki eciband. Çiya ü miroven ve dere geleki baş in. Her kes hewl dide alikariye bike. Ciheki pir xweş e. Xwedekiri ku em hatine." -