Li Hekariye komeke xwebexş alikariyen ku di çarçoveya projeya berpirsiyariya civaki ya bi nave "montek, botek" da berhev kirin, gihandin zaroken li gundan.
Xwebexş Emin Noyan ku daxuyani da rojnamegeran, diyar kir ku wan beri niha ji bi nave "çiçikek ji ji te" projeyek li dar xist ü di we çarçoveye da ew çün 15 gundan ü wan çiçik birin diyariyi hezar ü 200 zaroki kirin.
Noyan herwiha got ku bi hatina zivistane wan xwest ji bo zaroken gund ü goman, kampanyayeke nü bidin destpekirin ü wiha got, "Em bot, mont, stümal, kum ü alaven qirtasiyeye dibin ü didin zarokan."
Noyan bal kişand, ji bo ku ji xwendekaran ra bibin alikar, ew xebaten bi vi rengi dikin ü wiha dewam kir, "Li navçeya Yuksekovaye li gunde Armutduzu ü goma we Yuvaliye me 200 mont ü 200 bot li zarokan belav kirin. Em e bi alikariyen ku ji iro şünda werin ji xwe bigihinin zedetir gund ü zarokan. Me zarok germ kirin, gava em bün şahide kefxweşiya wan, em ji şad ü bextewer bün." -
|