Seroke Amerikaye Donald Trump idia kir ku welate wi li diji DEAŞe tekoşineke pir serkefti da ü wiha dewam kir, "Me li diji DEAŞe kareki pir mezin kir. Li we herema dinyaye hejmara wan pir kem ma ü di nav 30 rojen peş me da tu kes (mensüben DEAŞe) we nemine."
Li Qesra Spi ji bo ku kemneteweyen li Iraq ü Süriyeye werin parastin ü seba wan piştgiri were dayin qanün hat derxistin ü Trump di merasima imzekirina qanüne da der heqe DEAŞe da gotinen balkeş gotin.
Ji aliyeke va ji saziyen cuda yen revebiriya Amerikaye der heqe tekoşina DEAŞe ü li Süriyeye çi qas mensüben DEAŞe mane da daxuyaniyen cuda ten dayin, ji aliyeke va ji daxuyaniya ku Trump nü da, bal kişand.
Trump diyar kir ku DEAŞa rexistina terore li hereme tişten pir xerab anin sere her kesi ü wiha dewam kir, "welate wi ji destpeke va li diji ve rexistine tekoşineke biryardar da."
Gotinen Trump en "Me li diji DEAŞe kareki pir mezin kir. Li we herema dinyaye hejmara wan pir kem ma ü di nav 30 rojen peş me da tu kes (mensüben DEAŞe) we nemine." bale dikşine.
Trump destnişan kir ku Amerika we ji bo kemnetewe ü mensüben dinan en ku zirar ji DEAŞe ditine, piştgiriya xwe bidomine ü paşe li ber kamerayan qanüna navbori imze kir. -
|