Li Herema Rojhilate Anadoluye li Erzirom, Agiri, Qers ü Erdexane berf dibare. Li Erzirome şilopeya ku duh dest pe kir, nive şeve vegerand berfe ü deste sibehe ji tesira xwe zede kir. Li bajer ji ber barina berfe her der spiçil bü. Lewma ji welatiyen ku betedbir ji male derketin, di re da zehmeti kişandin. Li bajer herwiha ekiben berfe ji bo ku di veguhestine da pirsgirek dernekeve dest bi xebaten xwe kirin. Herwisa li bajer çend heb ji qezayen trafiqe yen piçük çebün. Agiri Li Agiriye barana ku 2 roj e dewam dike, deste sibehe vegerand berfe. Li bajare ku pişti barina berfe kirase spi li xwe kir, wesayiten li ser Reya Dora Bajer bi zehmeti çün. Hin welatiyan ji ber berfe di çün ü hatine da zehmeti kişandin, li gunden ku li ciyen serdest in ji zarok derketin derva ü ji xwe ra leyistin ü büka berfe çekirin. Welati Yakup Bilgin diyar kir ku li gori salen çüyi isal berf dereng ket, lewma ji wan beriya zivistane kiriye. Bilgin diyar kir ku bedewiya her demsale cuda ye ü wiha dewam kir, "Zivistane beyi berf nabe, lebele li ser jiyane tesireke neyeni dike. Bi ketina berfe helbet dimenen xweşik ji derdikevin hole." Qers Li Sariqamüşa navçeya Qerse ji berfa ku 3 roj e dikeve, li ser jiyane tesireke neyeni hişt. Li navçeya ku kirase spi li xwe kir, stüriya berfe derket 15 santimetreyan, li Navenda Kaşüne Cibiltepeye ji derket 20 santimetreyi. Ekiben Midüriyeta Rebejaye ya Herema18emin ji li navçeye xebaten xwe yen paqijkirina berfe didominin. Erdexan Li Erdexane ji berfa ku deste sibehe dest pe kir, bajer spiçil kir. Esnaf berfa li peşiya kargehen xwe, kesen ku wesayiten wan hene ji berfa li ser wesayitan paqij kirin. Rayedaran destnişan kirin ku barina berfe li parezgehen navbori ü ciyen serdest en hereme dewam dike, lewma ji ajokar dive beyi zincir dernekevin re. -
|