Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 02:08 
News  > 

Li Erebistana Siûdî 3 firokeyên bêfirokevan ên Hûsiyan xistin xwarê

17.07.2019 09:50

Hat ragihandin 3 firokeyên bêfirokevan ku bi destê Hûsiyên li Yêmenê bo Erebistana Siûdî hatin şandin, hatin berterefkirin.

Hezen hevpeymana bi serkeşiya Erebistana Siüdi ragihand, 3 firokeyen befirokevan ku bi deste Hüsiyen li Yemene bo Erebistana Siüdi hatin şandin, hatin berterefkirin.

Li gori daxuyaniya Berdevke Hezen Hevpeymane Turki el-Maliki ya li ser ajansa fermi ya nüçeyan a Erebistana Siüdi SPAye, 3 firokeyen befirokevan ku bi deste Hüsiyan ji bajare Amran e Yemene bo bajaren Cizan ü Abha yen Erebistana Siüdi hatin şandin, hatin berterefkirin.

Maliki diyar kir ku Nünere Taybet e Neteweyen Yekbüyi ye ji bo Yemene Martin Griffiths niha li Sanaye ye ü wiha axivi, "Hüsi di rewşeke wiha da erişi balafirgehen li bajaren Erebistana Siüdi Cizan, Necran ü Abhaye ü herwiha sivilan dikin ü ev yek ji nişan dide ku Hüsi ji bo ewlekariya heremi ü navneteweyi tehdid in."

Maliki herwiha bal kişand, Fermandariya Hezen Hevbeş a giredayi hezen hevpeymane ji bo ku derbeyeke xedar li binesaziya eskeri ya Hüsiyan bide, de di çarçoveya norm ü qanünen mafen mirovan en navneteweyi da her cure tedbir werbigire.

Berdevke Eskeri ye Hüsiyen li Yemene Yehya Seri di daxuyaniya xwe ya duh da diyar kiribü ku wan li diji Balafirgeha Cizane ya li başüre Erebistana Siüdi erişeke berfireh kir.

Hüsiyen li Yemene di salen ve dawiye da digel firokeyen berokevan, bi fuzeyen balistik en menzildirej ü menzilnavin ku bi pirani ji aliye pergala parastina asimani ya Erebistana Siüdi ten şikandin, hin heremen vi welati dikin armanc.

Hewriha li Yemene Hüsiyen ku dixwazin desthelate bixin deste xwe, ji 2014an vir va paytext Sana di seri da hin herem kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkeşiya Erebistana Siüdi da ji ji adara 2015an vir va piştgiriye dide hikümeta Yemene. -



 
Latest News





 
 
Top News