Li Majeneya bajare Sulawesiya Rojava ya eyaleta Endonezyaye erd bi lerza 6,2ye hejiya, 8 kes mirin.
Di daxuyaniya Ajnasa Reveberiya Afate ya Neteweyi da hat diyarkirin ku li Majeneye di saet 01.28an da erd bi lerza 6,2ye hejiya.
Rayedaran gotin ku di erdheje da 8 kes mirin ü 637 kes birindar bün, Walitiya Sulawesiya Rojava ji diyar kir ku li nexweşxaneyeke xisar çebü.
Rayedaran destnişan kir ku di erdheje da 62 xaniyan zirar dit ü di xeten ragihandine da pirsgirek derket, xebaten legerin ü xilaskirine dewam dikin.
Pişti erdheje 15 hezar kes texliyeyi heremen ewledar kirin.
Rayedaren Saziya Meteoroloji, Avühewa ü Jeofizike ji diyar kirin ku hetani nika 26 erdhejen piçük çebün, ji ber xetereya tepbüna avahiyan ji welatiyan xwestin ku bira ji avahiyen bilind dür bisekinin. -
|