Hat ragihandin ku li Endonezyaye li Grava Sumatraye keştiyeke rewiyan di Gola Tobaye da binav bü ü hejmara kesen winda 178 e.
Berdevke Emniyeta Endonezyaye Yusri Yünus daxuyani da ü got ku keştiya darin a rewiyan li ser Gola Tobaye ji Samosire diçü herema Simalungune, le binav bü, li gor agahiyen dawin en malbatan hejmara kesen winda weki 178 hat rojanekirin.
Wezareta Ragihandine ji daxuyand ku ji bo legerin ü xelaskirine 5 ekiben taybet hatin avakirin.
Ji aliyeki din va xebaten legerine duh bi şev sekinibün ü iro disa dest pe kirin.
Berdevke Ajansa Revebiriya Afate ya Neteweyi Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku 19 kes hatin xelaskirin, cinazeye keseki hat derxistin, ji ber ku listeya naven rewiyan nehat ditin, dibe ku hejmara kesen winda zedetir bin.
Rayedaran daxuyandibü ku qeza ji ber rewşa hewaye ya xerab ü hejmara zede ya rewiyan çebü. -
|