Li Eleziza ku erdheje le da, ekiben Fermandariya Cendirmeye Parezgehe bi çalakiyen psikososyal va rüye zarokan geş dikin.
Ekiben Fermandariya Cendirmeye Parezgehe di fealiyeten xwe yen kemkirina tesira erdheja ku 24e rebendane bi lerza 6,8an li Sivriceya navçeya Elezize çebü da berdewam in.
Ekiben piştgiriya psikososyal en ku cendirmeye di ve çarçoveye da ava kirin, gund bi gund digerin ü pedawistiyen malbaten ku di konan da diminin tesbit dikin ü herwiha ji bo zarokan ji bernameyan li dar dixin da ku tesira erdheje ya li ser wan, kem bikin.
Ekiban di ve çarçoveye da fealiyeten weki listika siye Qeregoz-Heciwad, taştexwarin, kişik, xebata boyaxkirine ü pirozkirina rojbünan pek anin da ku zarok ji tesira erdheje dür bikevin ü hineki şad bibin.
Herwisa ekiban di van çalakiyan da bi şeweyeke surpriz rojbüna zaroke bi nave "Mihemed" piroz kir ü diyari li beşdaran belav kirin.
Mexdüren erdheje yen ku ji ber eleqeya ekiben cendirmeye kefxweş bün, ji ber hewl ü xebaten wan, sipasiya ekiban kirin. -
|