Li Dewletabada navçeya Belxa wilayeta Efxanistane di erişa bi wesayita bombebarkiri hat kirin da 4 kes hatin kuştin.
Celaledin Qarizadeye Qaymeqame Dewletabade daxuyani da rojnamevanan ü diyar kir ku li nezi avahiya ewlekariye ya li navenda navçeye bi wesayita bombebarkiri eriş hat kirin.
Qarizade destnişan kir ku di erişe da 3 sivil ü wezifedareki ewlekariye hatin kuştin ü kesek ji birindar bü. Qaymeqam got ku ji ber tesira teqine xani ü saziyen dewlete yen li hereme zirar ditin.
Qarizade, Taliban weki berpirsyare erişe nişan da.
He kesi berpirsyariya erişe hilnedaye ser xwe.
Li welet nediyariya pevajoya aştiye he dewam dike ü ji aliye din ra ji eriş dewam dikin.
Li Efxanistane ji sere gulane vir da hezen biyani ji welet vedikişin ü büyeren tundiye zede bün.
Konseya Ewlekariya Neteweyi ya Efxanistane hefteya çüyi diyar kiribü ku Talibane di meha gulane da 1455 eriş li dar xist.
Militanen Talibane di 2 mehen dawin da kontrola 15 navçeyan hildan deste xwe. -
|