Li wileyeten rojhilat en Efxanistane di nav hefteyeke da ji ber lehiyen ku rabün heri kem 90 kesi can da.
Berdevke Wezareta Dewlete ya Reveberiya Afade ya hikümeta berwext a Talibane Mihemed Nesim Hekani daxuyani da çapemeniye ü got ku li 6 wilayeten li rojhilate welet di nav hefeyeke da barana zede hat ü lehi rabün.
Hekani got ku li wilayeten Nangerhar, Paktiya, Host, Logar, Meydan Vardak ü Pervane ji ber baran ü lehiyen rabün di nav hefteyeke da heri kem 90 kes mirin ü gelek kes ji birindar bün.
Di berdewamiya axaftina xwe da Hekani destnişan kir ku ji bo mexdüran alikariya xwarin, xurek ü kon kirine ü bi sedan mal ü bi hezaran donim ji zevi zirar ditine.
Le kesen di lehiyan da mexdür bün ji dibejin ku alikariyen hatine kirin ter nakin.
Li gor daneyen wezarete di 4 mehen dawin da ji ber lehiyen li welet rabün zedetire 200 kesi can dan.
İdareya Meteorolojiye ya Efxanistane bi taybeti ji ji bo bajaren rojhilate welet hişyariya barana gur ü lehiye dike. -
|