Li Çilimliya navçeya Duzceye minibusa ku te de karkeren çandiniye hebün wergeriya şerampole, di qezaye de 2 je xedar 13 kes birindar bün.
Li gor agahiyen ku hatin bidestxistin minibusa bi plaqeya 27 GH 218 a ku Mustafa Çizik diajot ü te de karkeren çandiniye hebün li tanga gunde Karaçortkena giredayi navçeye bi qasi 20 metro bilindahiye wergeriya şerampole.
Welatiyen li hawirdor, ekiben tenduristiye ü cendirmeye bi hevkari ajokar, Eray, Cihat, Zeynep, Meral, Esra ü Songul Çizika di minibuse de ü 6 kesen ku hej naven wan nehatine hinbün ji minibuse derxistin.
Birindar bi ambülansan rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Ataturk a Duzceye ü Nexweşxaneya Sepan ü Lekoline ya Fakulteya Tibe ya Zaningeha Duzceye.
Hat ragihandin ku ji birindaran rewşa du kesan xedar e.
Ji aliye din ve hat diyarkirin ku karkeren ku di qezaye de birindar büne ji bo berhevkirina bindeqan hatine bajer. -
|