Pervin Buldana Hevseroka Gişti ya HDPye got, "Ez dixwazim ku bejim di ve hilbijartine da ji bere zedetir giringiye didin peşxistina itifaqeke berfireh."
Buldane di "Komxebata Reveberiyen Heremi" ya ku salona Konferanse ya Vedat Aydin a li Avahiya HDPye ya Diyarbekire hat lidarxistin da idia kir ku ji heyameke dijwar ü tengasiye derbas dibin.
Buldane bi bir xist ku 31e adare da hilbijartina heremi ew e were kirin, ji bo di we hilbijartine da serkeftineke mezin bi dest bixin ji niha va dest bi xebatan kirin.
Buldane got,"Em e disa şaredariyen xwe qezenc bikin" ü wiha pe da çü:
"Ya rasti dixwazim bejim ku hedefa me ew e ku şaredariyen di deste me da ninin ji qezenc bikin. Ji bo bigihejin ve armance em e bi şev ü bi roj bixebitin ji bo hilbijartine seferberiye ilan bikin."
Buldane got di hilbijartine da giringiye didin mijara itifaqe, di hilbijartina gişti da itifaqeke qismi kirin ü ve tere nekir.
Buldane axaftina xwe wiha domand:
"Ez dixwazim ku bejim di ve hilbijartine da ji bere zedetir giringiye didin peşxistina itifaqeke berfireh. Li gor me lazim dike ku hemü partiyen Kurdan di ve hilbijartine da heza xwe texin yek ü bi ser bikevin. Dema em şaredariyan qezenc bikin te we meneye ku tebiet, dar, av, daristan ü axe ji qezenc bikin." -
|