Şaredariya Bajare Mezin a Diyarbekire der bare xebaten ji bo li dinyaye nasandina gastronomiya dewlemend a bajer ü Diyarbekire tevi "Tora Bajaren Afiriner ya UNESCOye" bibe ten kirin komxebat li dar xist.
Serokatiya Daireya Esnaf ü Sinetkaran ji bo ku gastronomiya dewlemend a ku danheva bi hezaran sali ya bajer nişan dide li dinyaye bidin nasandin xebaten xwe didomine.
Şaredariya Bajare Mezin li Qonaxa Cemilpaşa ya li Süra navçeya diroki komxebat li dar xist ü di komxebate da pevajoya beşdariya Diyarbekire ya ser Tora Bajaren Afiriner hat niqaşkirin.
Di komxebate da der heqe mirateya çandi ya berbiçav nine ü diroka gastronomiya bajer da guftügo hat kirin ü Seroka Daireya Esnafan Muyesser Guzele behsa pengaven ku Şaredariya Bajare Mezin de pevajoya namzediye da biaveje kir.
Alikare Wali Omer Coşkun, Seroka Daireya Esnafan Muyesser Guzel, Seroke Odeya Şeranifiroş, Kebapfiroş ü Loqentevanan Haşim Elkaan, akademisyenen li Zaningeha Dicleye peywirdar ü nüneren saziyen civaki yen sivil ü komeleyan beşdari komxebate bün. -
|