Li Diyarbekira ji navenden giring en çandiniya Tirkiyeye ye berhevkirina pembü dewam dike ü te payin isal 250 hezar ton pembü ji zeviyan be rakirin.
Pembüye ji qada tekstile bigre heta rüne pişesazi ü heywandariye di gelek qadan da wek madeya sereke te bikaranin ji bo cotkaren hereme ji deriye debare ye.
Sala par cotkaren pembü danibün bi rekolte ü dahata we kefxweş bün ü li ser ve zeviyen pembü le hatin ajotin isal zedetir bün.
Midüre Bajer e Çandini ü Daristane Mustafa Atalar daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku isal ji ber hişkayiye di qada dexl ü dan da kemasi çebü le pembü isal ji baş bü.
Atalar ragihand ku wan sala par li ser 403 hezar dekari pembü danin ü wiha pe da çü: "İsal ev 527 donim e. Di qada pembü le hat danin da zedebün ji sedi 30 ye. Bi taybeti ji li navçeya Bismile ji dekareki di navbera 380 ü 650 kilogrami da pembü hat berhevkirin. Berhevkirina pembü dewam dike ü xebaten me yen tespitkirine ji didomin. Dema emli zeviyan meze dikin dibinin ku we isal pembü zede be. Sala par rekolteya pembü 217 hezar ton bü ü isal we ji 250 hezar toni zedetir be."
Seroke Yekitiya Cotkaren Pembü yen Diyarbekir-Bismile Hasan Vural ji got: "Beder baş e ü ji niha va em xere je dibinin. Rüye cotkaren me ji ber ve bi ken e ü ev biha ji baş e. Him isal ü him ji par cotkaren me yen ku pembü danibün ji hale xwe razi ne."
Abdullah Vurale li Taxa Korukçuya ser navçeya Bismile cotkariye dike ji got ku ew 50 sal e pembü datinin ü bi saya peşketina teknolojiye va ew edi cotkariye ji bi awayeki profesyonel dikin ü zeviyen xwe av didin.
Vural ragihand ku bi saya derfeten avdane ew li zeviyen xwe pembü ü gilgil datinin ü ji dahata ji wan herduyan te ji razi ne. -
|