Li Diyarbekire ji ber ku hewa pir germ e, düpişk zede bün ü welati ditirsin.
Şaredariya Mezin a Diyarbekire ji bo ku düpişk, mar, kezik ü bixük bi welatiyan venedin, li taxan derman direşine.
Şaredariye 47 timen ku ji 252 xebatkaran pek te wezifedar kir ku ew li malen rütubet le zede ye derman bireşinin.
Seroke Daireya Karen Tenduristiye ya Şaredariya Mezin a Diyarbekire Faysal Hatipoglu ji nüçegihane AAye ra got düpişk zedetir havine derdikevin ü ji bo ku ew mirovan nexin wan timeke taybet ava kiriye.
Hatipoglu got 47 tim bi 252 xebatkaran ve li bajer, heri zede ji li navçeya Süre dixebitin, avahiyan ü der ü dor derman direşinin.
"Düpişk heri zede şev derdikevin"
Hatipoglu ani ziman düpişk heri zede şev derdikevin ü wiha axivi: "Düpişk heri zede şev derdikevin. Bi roj di cihen ku komir ü dar te da hene, cihen tari, ziwa ü germ da dijin. Bere gelek kes ji ber lexistina düpişkan dimir. Le niha ji ber xebaten me ev reje pir kem bü."
Hatipoglu got dema düpişk merivan dixin ew cihe ku düpişke le xistiye dibirin ku xwin derkeve derva le ev şaş e, dive alkol ü qeşa bidin li ser cihe ku düpişke le xistiye ü paşe demildest herin nexweşxaneye.
Şirin Çiftsurene seroke tima ku li navçeya Süre dixebite ji got ew 7 rojen hefteye ü 24 saetan dixebitin ü ji welatiyan xwest ku dema wan düpişk dit bila telefone wan bikin.
Mukrime Canli (58) ya ku li taxa Eli Paşaye diji ji got bere zede mar ü düpişk hebün, le pişti xebat ü dermankirinan hejmara wan kem büye ü edi ew bi reheti dikarin razen ü li kuçeyan bigerin.
Mehmet Aktaş (46) ji spasiya şaredariye kir ü got ew ji ber van xebatan pir kefxweş in. -
|