Li Diyarbekire bi 300 milyon dolari va tesiseke werzişe hat çekirin ü herwiha çekirina tesise kuta bü.
Wezareta Ciwani ü Werzişe di 15 salen dawin da li heremen Rojhilat ü Başüre Rojhilate Anadoluye bi sedan tesisen weki yarigeh, salona werzişe, hewze melevaniye, piste atletizme, qada perwerde ü nişangiriye, pista cemede ü kampen ciwaniye kirin xizmeta ciwanan.
Li Diyarbekira ku bi salan bi kemasi ü nebüna tesisen werzişe dihat rojeve, di xera veberhenanen wezarete yen di vi wari da va binkeyen werzişe yen nüjen hatin çekirin. Di 15 salen dawin da 38 tesisen ku di nave da yarigeha modern a 33 hezar kesi ku di standarden UEFA ü FIFAye da ye ü herwiha mazüvaniya finala Kupaya Ziraet Tirkiyeye ji kir, hatin çekirin.
Bi kutabüna tesisen ku li navçeyen Kayapinar, Qulp, Çinar, Egil, Kocakoy ü Hezroye di asta ihale ü projeye da ne, 8 tesisen werzişe yen din ji we li hejmara tesisen li Diyarbekire zede bin.
Midüre Parezgeha Diyarbekire ye Werziş ü Xizmeten Ciwaniye Mehmet Demir bi peyamnere AAye da bibirxistin ku 15 sal bere li bajer bi tene 8 tesis hebün.
Midür Demir bal kişand ku wan bi projeya ku ligel Şaredariya Yenişehire ku cigirşaredar le hatiye peywirdarkirin, seba zarokan amade kir va perwerdeya melevaniye da 2 hezar ü 71 zaroki.
Demir diyar kir ku bi van proje ü tesisan va ciwanan ji bere xwe dan werzişe ü bi xera ve ji hejmara werzişvanen bilisans ku 15 sal bere 3 hezar ü 176 bü, derket 8 hezari. -
|