Li Diyarbekire di operasyona diji hişbire da 723 hezar ü 860 seri kirkirk hat girtin.
Di daxuyaniya Walitiya Diyarbekire da hat diyarkirin ku timen Fermandariya Cendirmeyen Bajer ji bo teroristan berteref bikin, şikeft ü sitargehen ku endamen rexistine bi kar tinin tesbit bikin silah, cebilxane ü amüren wan bigrin, tekiliya teroristan, kesen hişbire diajon ü bazirganiya hişbire dikin eşkere bikin li çil ü çiyayen Haniye ü li bakure rojavaye Liceye operasyon kirin.
Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku 15e tirmehe di saet 21.00e da dest bi operasyone kirin ü operasyon duh şev di saet 22.00yan da hat temamkirin.
Hat destnişankirin ku di operasyone da li 10 ciye cuda ji 723 hezar ü 860 seri kirkirk girtin.
Di legerina li hereme hat kirin da 650 metro bori ü xortim, 500 metro kabloya ceyrane ü 3 motoren ave ji hatin bidestxistin.
Kirkirka ku hat girtin bi melzemeyen din ra li heman ciyi hatin imhekirin.
Ji aliye din, li Diyarbekire di 4 operasyonen diji hişbire yen dawi da heta niha bi tevahi 9 milyon ü 521 hezar ü 78 seri kirkirk hat girtin. -
|