Li Derxasa navçeya Müşe jinen beşdari qursa filografiye ya Navenda Piştgiriya Malbate (ADEM) bün hem ji xwe ra mesleg hin dibin hem ji berhemen çedikin difroşin pe tevkariye didin aboriya malbaten xwe.
Aysun Dedeogluya hindekara qurse got jin ji bo dema xwe baş derbas bikin ten qurse.
Dedeogluye destnişan kir ku 20 jin beşdari qursa wan bün ü wiha axivi:
"Hunera filografiye ji mix ü telan te çekirin. Eva hunera bi salan e te kirin. Qursiyeren me nexş ü şeklan bi mix ü telan çedikin ü dikin tablo. Van tabloyan ji difroşin ü tevkariye didin budçeya xwe. Qaymeqame me ji di her mijare da piştgiriye dide me."
Dedeogluye got jin bi vi awayi tevi civake dibin, li malan rünanin ten ji xwe ra li ve qurse dema xwe derbas dikin.
Neşe Çelika qursiyer ji got ji hunera filografiye hez dike ü wiha pe da çü: "Kem ü zede mehek e min dest bi qurse kiriye. Ez li ve dere hem hunere hin dibim hem ji dahate bi dest dixim. Tabloyen me bi mixan ten çekirin. Em li gor sparişan ji tabloyan çedikin." -
|