Li Salhiyeya navçeya Derazore ya bajare li rojhilate Süriyeye di navbera YPG/PKKya rexistina terore ü rejima Beşar Esed ü rexistinen terore yen İran piştgiriye dide da rageşi dewam dike.
Li gor çavkaniyen heremi komen aligire rejime hefteya bori daxuyani dabün ku dixwazin operasyone bibin ser rojhilate Çeme Ferate ü li ser ve rageşi derketibü, li ser banga HSDya peşikeşiya we YPG/PKK dike çalakiyen li kuçeyan dest pe kiribün.
Çavkani dibejin YPG/PKKya rexistina terore ü Amerika dixwazin ku rejima Esed ü komen terorist en İran piştgiriye dide wan bira ji wargehen li Salhiye, Heseyniye, Marra, Hatla, Şebni, Mezlüm ü Kaşhame vekişin.
Wargehen rejim kontrol dike li Derazore qaden di dagiriya YPG/PKKye ü yen rejime ji hev vediqetine.
Daxuyaniyen li ser hev
Fadi Ufeyse ji fermandaren Liwa El Bekra ji komen terorist en İran piştgiriye dide dema bi rayedaren eskeri yen Üris ra diaxivi qala pilanen erişa li ser rojhilate Ferate kiribü ü li ser ve rageşi derketibü ü li ser hev daxuyani hatibün dayin.
Pişti ku rejima Esed YPG/PKK weki rexistineke "cihekar" nişan dabü Ufeyse endame eşira Beqereye di videoyeke da gotibü ku ew e hemü erden di deste rexistina terore da zeft bikin.
Ufeys di videoya wexte hevditina bi rayedaren Üris ra hatibü kişandin da xwestibü operasyone bibin ser rojhilate Ferate, weki mayin idia kiribü ku eşira Beqereye ji tev hemü eşir piştgiriye didin rejima Esed.
Pişti daxuyaniya Ufeys meclisa qaşo eskeri ya Derazore ya rexistina terore daxuyani dabü ü diyar kiribü ku Ufeys eşira Beqereye temsil nake ü ew e herema xwe li diji hemü erişan mihefeze bikin.
Pişti daxuyaniyen li ser hev YPG/PKKya nave HSDye bi kar tine bang kiribü ku li Salhiyeye ü wargehen din en di kontrola rejima Esed da çalakiyan li dar bixin.
Çalakiyen li Salhiyeye
Rageşiya di navbera YPG/PKKya rexistina terore ü rejim ü aligiren rejime da li ser banga rexistine vegeriya çalakiyen li kuçeyan.
Li Salhiyeya ku heremen di dagiriya rexistine da ü heremen di kontrola rejime da digihine hev gel pankarten li diji İrane ü Esed da deste xwe ü çalaki li dar xist.
Çalakvanen ku eşiren Ereb en di nav HSDye da piştgiriye didin ber bi herema di kontrola rejima Esed da meşiyan ü hezen rejime midaxele kirin.
Li gor çavkaniyen heremi di çalakiyan da 5 kes hatin kuştin, di midaxeleya hezen rejime da 19 kes ji birindar bün.
Çavkaniyan gotin ku hezen rejime ü komen terorist en İran piştgiriye dide wan ji bo gele ber bi herema rejime dimeşe bide sekinandin li erde mayin raxistin. -
|