Patrikiya Ermeniyen Tirkiyeye we pişti 3 salan li Dera Axdamare ya li Gola Wane merasime bike.
Wezareta Çand ü Turizme ji sala 2010an vir va sale careke ji bo merasime destüre dide Ermeniyan. Merasimen li Girava Axdamare ji sala 2015an vir va ji ber operasyonen terore ev demek bü dabün sekinandin. Pişti 3 salan şün da merasim we isal disa were kirin.
Midüre Çand ü Turizme ye Bajer Muzaffer Aktug daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku merasima isal we 9e ilone were kirin ü ev ji bona nasandina Wane firsendeke mezin e. Aktug got ku wan bona merasime hemü amadehiyen xwe kirine ü li heviya mevanen xwe ne. Aktug wiha axivi:
"Dera Axdamare li bajere me miraseke zehf giring e. Turisten ku ten Wane heri zede dera li girave mereq dikin. Dixwazin beşdari merasime bibin ü girave bigerin. Ji ber ve her roj jimara turisten ten Wane zede dibin. Pişti 3 salan ev merasim bi saya destüra Wezareta Çand ü Turizme we werekirin. Turistan ji niha ve li otelan ciyen xwe veqetandine."
"Ji gelek dewleten cuda we Ermeni werin Wane"
Endame Reveberiya Odeya Sanayi ü Bazirganiya Wane Murat Beyaz ji got ku ji ber merasime ji gelek welaten cuda we Ermeni werin Wane.
Beyaz diyar kir kesen dixwazin werin Wane telefon dikin ü der bare merasime da agahiye dixwazin ü wiha dewam kir: "Ji Stenbole, Ermenistane ü gelek welaten din li gori texmina min 3 hezar turist we werin Wane." -
|