Li Şünware Diroki ye Çiyaye Nemrüde ku dikeve nav sinoren Kahtaya navçeya Adiyemane ü her wiha di Listeya Kelepora Cihani ya UNESCOye da ye, sezona turizme vebü.
Ekiben Midüriyeta Çand ü Turizme ya Parezgehe ü xwendekaren Liseya Anadoluye ya Pişeyi ü Tekniki ya Perreye li Çiyaye Nemrüde qurnefil dan ziyaretvanan ü giringiya şünwaren qedim rave kirin.
Alikare Wali Mehmet Tigli di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da got ku sezona turizme bi xer be.
Tigli bal kişand ku ew isal li bende ne ku gelek ziyaretvan ben hereme ü wiha dewam kir, "Di tetila eyde ya 9 rojan da bajare me 45 hezar ziyaretvan ezimandin. Ev der destinasyoneke pir mezin e, em serbilind in ku turisten xwemali ü biyani dieziminin."
Ziyaretvan Erkan Olmez diyar kir, ew ji Stenbole hat Çiyaye Nemrüde ku avabüna roje temaşe bike.
Simon Pusebestiye Fransi ji got, dema ew derket sere Çiyaye Nemrüde, wi zehmeti kişand, lebele ew ji peykeren qerase muesir bü. -
|