Li başüre Çine di 4 mehen ewil en ve sale da 7 ton ü 746 kilogram diranen filan hatin bidestxistin.
Li gor nüçeya rojnameya China Dailye rayedaren gumruke yen eyaleta Guangdonge daxuyandin di 4 mehen ewil en ve sale da der bare 67 cure heywan ü beren heywanan en ku hindik maye koka wan biqelin da büyeren qaçaxçitiye hatine tespitkirin.
Hat ragihandin di van büyeren qaçaxçitiye da 7 ton ü 746 kilogram diranen filan hatin bidestxistin. Ji bili van perçeyen pangolin, qertel ü semenderen mezin ji hatin girtin.
Alikare Buroya Tekoşina Diji Qaçaxçitiye ya Guangdonge Cou Cicun der bare büyere da daxuyaniyek da ü got eyaleta Guangdonge yek ji wan eyaletan e ku heri zede qaçaxçitiya heywanen hindik maye koka wan biqelin te kirin.
Li dinyaye heri zede li Çine qaçaxçitiya diranen filan te kirin. Pişti sala 1975an idxala diranen filan a ji Çine qismeki hatibü qedexekirin.
Li Çine di sala 2017an da 67 fabriqe ü cihen danüstendine yen eleqeya wan bi bazirganiya diranen filan ra heye hatibün girtin. -
|