Li Çine hejmara kesen ji ber şewba virusa koronaye ya nü (Kovid-19) mirin derket 1869an.
Li gor daxuyaniya Komisyona Tenduristiye ya Neteweyi ya Çine hejmara kesen ku şewba virusa koronaye ya nü (Kovid-19) teqez gihiştiye wan derket 72 hezar ü 436 kesan ku ji van rewşa 11 hezar ü 741 kesan giran e.
Li welet je yek li Herema İdareya Taybet a Hong Konge tevahi hejmara miriyan gihişt 1869an.
Hat gotin hejmara kesen le dikevin şike ku virus gihişte wan ji derket 6 hezar ü 242an.
Hejmara kesen dibe ku viris gihiştiye wan ü ji ber ve li nexweşxaneyan ten kontrolkirin kem bü ü bü 11 hezar ü 552, yen hatin taburcikirin ji gihişte 12 hezar ü 552yan.
Ji xeyni Çine, hejmara weqayan li Herema Reveberiya Taybet a Hong Konge derket 60an, li Herema Reveberiya Taybet a Makauye ji bü 10.
Di nav 24 saetan da 98 kes ji ber viruse mirin
Li welet ji ber şewba virusa koronaye ya nü di nav 24 saetan da 98 kes mirin ku je 93 kes li eyaleta Hubeye, je 3 li Hinane, je 2 ji li Hibey ü Hünane ne.
Ji bili ve 1886 weqayen nü hatin tespitkirin.
Ji ber ku li welet gelek kes ji ber ve nexweşiye dimrin, xebat ten kirin ku derman ü aşiyen ji bo Kovid-19e ben çekirin.
Kongreya Gel a Neteweyi dibe ku be taloqkirin
Li Çine civinen giring en wek Kongreya Gel a Neteweyi ü Konferansa Şewirmendiya Siyasi ya Gel a Çine ü civinen meclise yen salane yen ku 5 hezar delege di meha adare da kom dibin dibe ku ben taloqkirin.
Virusa koronaye ya nü (2019-nCoV) di 12e Çileya Peşin a 2019an da li eyaleta Hubeye derketibü hole.
Tirkiye ji di nav da gelek weletan welatiyen xwe yen li Çine ase mabün, anibün.
Ji ber ku virus li dinyaye gelek welatan belav bübü, Rexistina Tenduristiye ya Dinyaye rewşa acil ilan kiribü. -
|