Li Brezilyaye ku di nava welaten Amerikaya Latin da ew welat e ku şewbe derbeya heri xedar le da, hejmara kesen ku ji ber cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) mirin derket 686an.
Li gori malpera "Worldometer" ku daneyen rojane yen welaten ku tüşi Kovid-19e büne parve dike, li welet di 24 saeten dawin da hejmara kesen ku ji ber Kovid-19e mirin, 122 zede bü ü derket 686an, ya waqieyan ji derket 14 hezar ü 18an.
Li Sao Paulo ku weki bajare heri mezin e Brezilyaye ü Amerikaya Başür te zanin ü bi awaye heri giran ket ber tesira şewbe, hejmara kesen ku ji ber Kovid-19e mirin derket 304an.
Ji aliyeki din va Waliye Sao Pauloye Joao Doria di daxuyaniya çapemeniye da ragihand ku stadyuma Atletizme Ibirapuera ku li parka duyemin heri mezin a bajer e, de vegerinin nexweşxaneya sehraye.
Doria diyar kir ku hedefa wan ew e ku heya 1e gulane nexweşxaneya sehraye amade be.
Li eyaleten Rio de Janeiro ü Sao Paulo ku li welet weki baregeha şewbe ne, rewşa bilez ku 18e adare hatibü ragihandin, heya 22ye nisane hat direjkirin.
Waliyen eyaleten li başür ü rojhilate başüre welet di daxuyaniya xwe da bangi Seroke Dewlete Jair Bolsonaro kiribün ku bi "çalakiyen bilez" rabe da ku abori nerüxe. -
|