Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 02:56 
News  > 

Li bihûşta veşartî "Geliyê Gemîciyê" bihar

04.05.2021 12:26

Li Tunceliyê bihûşta veşartî "Geliyê Gemîciyê" biharê rûyê xwe yê rengîn nîşan da.

Geliye Gemiciye ye li Çemişgezeka navçeya Tunceliye bi dewlemendiyen xwe yen diroki, çandi ü xwezayi va bale dikşine.

Bajare Tunceliye di navbera çiyayen Munzur, Hel, Mar ü Sulbuse da wek bihüşteke veşarti ye ü dema bihar te betir xweş ü bedew dibe.

Li navçeya Çemişgezeke bihare Geliye Gemiciye bi kulilkan dixemile ü her der heşin dibe.

Geli 15 kilometro düri gunde Alçiliye ü di navbera Çiyaye Kirklare da ye, gelek heywan ü çivik le dijin, bi dehan cure dar ü nebat ji le hene.

Ji ber ve xwezaya xwe kesen xwezahez ü weneyan dikşinin ten li geli behna xwe didin.

"Em dixwazin rüye ve erdnigariya xwe bidin nasin"

Wenekeş Malik Kaya ji nüçegihane AAye ra daxuyand Tunceli ji hela xwezaye va wek bihüşteke veşarti ye, ji bo werzişe, kampe ü wenekeşiye ciheki pir xweş e.

Kaya got ew bi weneyen li ve dere dikşine va hewl dide hereme li dinyaye ü welet bide nasandin.

Kaya ani ziman Çemişgezek ji hela dirok ü xwezaye va ciheki balkeş e ü wiha axivi: "Em dixwazin haya çar aliye dinyaye ji xweşiyen siruşta me çebibe ü armanca me ev e. Em dixwazin deren çandi ü diroki yen li bajer werin parastin ü kemsayen wan ben temamkirin. Bi tene ne Dera Miyadine gelek ciyen me yen diroki hene ku dive teqez ben restorekirin. Em dixwazin ew deveren xweş bila tekevin xizmeta turizme."

"Em rasti xweşiyen ku ji yen Ege ü Behra Spi kemtir ninin hatin"

Malik Kaya got ku wan pişti meşeke dür ü direj xwe gihandin Kendale Gemiciye ü wiha domand: "Li ve dere ji bili dere dimenen xweş en ku em weneyen wan dikişinin hene. Bi rasti ji me dimenen geleki xweş kişandin. Dema ji dür ü devereke bilin meriv li geli meze dike xweşiyen ji yen Ege ü Behra Spi kemtir ninin dibine."

Ji şeniyen gunde Alçiliye Fatih Karatepe ji got ku Geliye Gemiciye bi hatina bihare şin bü ü wiha domand: "Geli tevli xweşiyen xwe yen diroki ji hela siruşti va ji bale dikişine. Li ve dere ji ber ku bere gundek hebüye daren her fekiyan ji hene. Carna ji bo ku behna min derbikeve ez derdikevim devereke bilind a geli ü li Gola Bendava Kebane ü xweşiyen geli meze dikim ü behna min derdikeve."

Karatepe destnişan kir ku geli her demsale bi rengeki cihe xweşiyan li ser xwe dihewine ü bala siruşthez ü wenekeşan dikişine ü wiha pe da çü: "Ji ber Gola Bendava Kebane ev der di bin ave da mabü ü hatibü jibirkirin le pişti av vekişiya der ü malen li ve dere derketin hole." -



 
Latest News





 
 
Top News