Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 16:07 
News  > 

Li Bidlîsê heywandar bi çiloya ji çiyê bi paxêlan tînin va heywanên xwe alif dikin

23.02.2021 13:11

Li Bidlisa ku zivistan le dijwar derbas dibe xwediyen heywanan ji bo xwedikirina heywanen xwe çilo ü qirşen ku li çiya ü giren bilind kom kirine bi paxelan dikşinin.

Li gunde Degirmenaltiya li ser navende xwediyen heywanan bi zergataven ewil va ji bo çiloya havine berhev kirine binin derdikevin giren bilind.

Li gund ji ber ku mal nezi hev in ü şert ü mercen eraziye gundi çiloyen xwe li giren bilind kom dikin ü zivistane li paxelan bar dikin ü ji berwaren çiyayen bilind ü geliyan derbas dibin ü tinin gund.

Heywandar digel hemü dijwariyan gurzan tinin gund ü pelen çilo didin heywanen xwe ü pejen we ji wek ezing dişewitinin.

Ji heywandaran Rustem Bozkurt daxuyaniyek da nüçegihane AAye ü got ku çilo ü qirşen ku havine li dehlan dibirin ü kom dikin zivistane ji giren biberf bi paxelan dikşinin gund.

Bozkurt got reya ku diemilinin teht ü hevraz e ü wiha axivi:

"Em ji bo ku çiloye bi reheti binin sibehe zü diçin çiye. Dema berf hişk be ji bo me hesantir e. Kem zede 60 seri peze min heye. Her cari ez 15 gurz li paxele bar dikim. Zehmet e le em mecbür in. Heke em neynin de heywanen me birçi biminin. Dema heywan pelan dixwin em pejan ji wek ezing diemilinin."

Muslum Mert ji diyar kir digel ku zehmetiye dikşinin ji rewiti disa kefxweşi derbas dibe ü got ku "Car carna xetere ji derdikevin. İhtimala ketina şepeye çedibe. Lebele em ji bo xwedikirina heywanen xwe dive vi kari bikin. Dema kese li peşiya paxele baldar nebe dibe ku mile wi bişke yan ji ciheki wi tehl bibe. Hem kefa vi kari heye hem ji zehmetiyen we."

Ferhat Taşkin ji da zanin ku wesayit nikarin derkevin cihen ku çilo le ne ü ji xeyni ku bi paxelan binin tu çareye wan tune.

Taşkin ku bi gundiyan ra di nav piştgiriye da tevdigerin ü got ku "Em sibehe zü diçin ber bi nivro va vedigerin gund. Dema mesafe biguhere saeten çün ü hatina me diguherin. Çüna me ya cihen dür biqasi 5 saetan dikeşe." -



 
Latest News





 
 
Top News