Li Bexdaya paytexte Iraqe komeke aligiren Heşdi Şabiye bi ser avahiya Partiya Demokrat ya Kurdistane (PDK) ya di serokatiya Mesüd Barzani da girtin.
Li gor agahiyen ku nüçegihane AAye bi dest xist komeke aligiren Heşdi Şabiye ji ber gotinen Xoşyar Zebariye Wezire Darayiye ü Karen Derva ye bere ku der bare hezen milis da gotibü bi ser buroya Bexdaye ya PDKye da girtin.
Çalakvanan diji Zebari ü PDKye dirüşim berze kirin ü hat ditin ku ji avahiya PDKye dü radibe.
Xoşyar Zebariye endame PDKye di bernamyeke televizyone da gotibü ku Serokwezir Mistefa el-Kazimi dive Herema Kesk ji milisen Heşdi Şabiye paqij bike.
Şaxa siyasi ya Heşdi Şabiye bertek nişani gotinen Xoşyar Zebari dabü.
Heşdi Şabi çi ye?
Heşdi Şabi pişti ku DEAŞa rexistina terore di 2014an da Müsil bi dest xist hezen milis yen curbecur yen Iraqe Heşdi Şabi ava kirin.
Piraniya wan ji milisen Şii pek te ku kem komen Suni di nav da hene.
Rexistinen di nav Heşdi Şabiye da pirani bi İrane ra di nav tekiliyeke germ da ne. -
|