Li Batmane çinina garis dest pe kir.
Seroke Odeya Ziraete ya Batmane Nizamettin Aydiş daxuyani da ü destnişan kir li tevahiya Batmane li 60 hezar dekari garis hatiye avetin.
Aydiş diyar kir sala par sere dekare hezar ü 700 kilogram garis hildane ü wiha got: "İsal ji ber şert ü mercen hewaye yen neyini sere dekari we bi texmini hezar ü 400 kilogram be. Li tevahiya bajer çinina garis dest pe kir. Par hezar 200 lire bü isal bi hezar ü 80 lireyi te firotin. Gori par cotkar isal di zirare da ne."
Abdulkuddus Gonulaçare cotkar diyar kir isal hilberina garis kem e ü got ku we isal dahata min kem be. -
|