Li Sariqamişa navçeya Qerse ku yek ji navendin zivistane yen giring en Tirkiyeye ye ji aliyeki va berfa ku dibare ji aliye din va ji kuliken ku vekirin dimenen xweşik derxistin hole.
Di nisana meha duyemin a bihare da li Sariqamişa ku weki "bajare şehidan" te zanin bi şev germahiya hewaye kete heta 5 pile bin sifire. Li navçeye pişti berfa ku ev demek direj e car carna dibare ava berfa ku heliya li eraziyen çandiniye delaven mezin derxistin hole.
Li navçeye gelek cureyen çükan en kovi yen weki qaqibaz ü angitan li eraziya bin ave da li xwarine digerin ü di dimenan da xuya dike ku teyre baza sor a ku li daristana bi berf da li xwarine digere te ditin.
Berfin, pivok ü pirpiziken ku mizginiya bihare ne bi çiyayen bi berf ra dimenen nuwaze derdixinin hole ü wenekeş ji weneyen van cihen ku her weki bihar ü zivistan di heman deme da te ditin kişandin. -
|