"İsota Meraşe" ya tehm ü tüjiya xwe ji axa Meraşe distine bi salan e te ajotin.
Ev isot bihare te ajotin ü dawiya meha Tebaxe ji te komkirin.
İsota ku him di xwarine da ü him ji di sektora kimya ü dermanan da te emilandin pişti ku te komkirin ü hişkirin amade dibe.
Midüre Çandini ü Daristane ye Meraşe Mustafa Bozkurt daxuyani da nüçegihane AAye ü destnişan kir ku isota Meraşe ji navdar e.
Bozkurt diyar kir isot demeke direj e li Meraşe te çandin ü got bi tehm ü tüjiya xwe ji cuda ye.
Mustafa Bozkurt destnişan kir bi hevkariya Yekitiya Ewropaye (YE) ü Tirkiyeye bi deste Wezareta Pişesazi ü Teknolojiye "Projeya İsota Meraşe" te meşandin ü got ji bona li nav welet ü derveyi isota Meraşe be zanin xebat ten kirin ü em ji di nav xebate da ne.
"We 20 hezar ton isot be hilanin"
Bozkurt diyar kir li tevahiya bajer li qedere 22 hezar dekari isot hatiye çandin ü got ji sedi 50 we be hişkirin ü yen din ji we ji bona çekirina tirşine biemilinin.
Mustafa Bozkurt diyar kir isal dixwazin ji 10 hezar donimi 20 hezar isota toz ü pül derxin. -
|