Li Amerîkayê sedema nexweşiyên ji ber cixareya elektronîk hat dîtin

09.11.2019 11:42

Di daxuyaniya Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Nexweşiyan a Amerîkayê da hat diyarkirin ku di cixareya elektronîk da vîtamîn E asetata amûra kîmyewî hatiye bikaranîn.

Hat ragihandin ku li Amerikaye amüra bizirar a di cixareya elektronik da ya ku bü sedema mirina heri kem 40 kesi ü nexweşketina ji 2 hezari zedetir kesi hat tesbitkirin.

Di daxuyaniya Navenda Peşilebirin ü Kontrola Nexweşiyan a Amerikaye (CDC) da hat diyarkirin ku di cixareya elektronik da vitamin E asetata amüra kimyewi hatiye bikaranin ü dibe ku sedema aciziyen pişike yen li welet ev be.

Rayedaren CDCye gotin ku li ser minaken ji 29 nexweşen li 10 eyaletan hatin hildan xebitin ü tesbitkirin ku amüra vitamin E asetat dibe sedema aciziyen ji ber cixareya elektronik.

Dr. James Pirkleye ji ekiba lekoline got vitamin E asetat dema dikeve hundire pişike edi bi we dere digre ü paşda dernakeve.

Dr. Anne Schuchata Alikara Midüre Gişti ya CDCye ji got encama bi dest xistin keşfeke mezin e ü wiha axivi: "Ev sedemen din dernaxe paqijiye, dibe ku gelek sedem hebin lebele agahiyen teze giring in. Di deste me da sedemeke qewin heye."

Schuchate got ligel daneyen hatin bidestxistin CDC ew e testen li ser amüren kimyewi bidomine. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '