Hat ragihandin ku li Amerikaye amüra bizirar a di cixareya elektronik da ya ku bü sedema mirina heri kem 40 kesi ü nexweşketina ji 2 hezari zedetir kesi hat tesbitkirin.
Di daxuyaniya Navenda Peşilebirin ü Kontrola Nexweşiyan a Amerikaye (CDC) da hat diyarkirin ku di cixareya elektronik da vitamin E asetata amüra kimyewi hatiye bikaranin ü dibe ku sedema aciziyen pişike yen li welet ev be.
Rayedaren CDCye gotin ku li ser minaken ji 29 nexweşen li 10 eyaletan hatin hildan xebitin ü tesbitkirin ku amüra vitamin E asetat dibe sedema aciziyen ji ber cixareya elektronik.
Dr. James Pirkleye ji ekiba lekoline got vitamin E asetat dema dikeve hundire pişike edi bi we dere digre ü paşda dernakeve.
Dr. Anne Schuchata Alikara Midüre Gişti ya CDCye ji got encama bi dest xistin keşfeke mezin e ü wiha axivi: "Ev sedemen din dernaxe paqijiye, dibe ku gelek sedem hebin lebele agahiyen teze giring in. Di deste me da sedemeke qewin heye."
Schuchate got ligel daneyen hatin bidestxistin CDC ew e testen li ser amüren kimyewi bidomine. -
|