Serokwezira Almanyaye ü Seroka Gişti ya Partiya Yekitiya Demokratik a Xristiyanan (CDU) Angela Merkele got partiyen Yekitiya Xristiyanan (CDU/CSU) ji bo ku bikaribin bi Partiya Demokrat a Azad (FPD) ü Partiya Keskan va koalisyone ava bikin di hevditinan her tişt kirin.
Ji bo avakirina "Koalisyona Jamaikaye" li Almanyaye hevditin çebün, le Partiya Demokrat a Azad (FPD) ji maseya muzakereye rabü. Pişti ve Merkel ü Seroke Gişti ye Partiya Yekitiya Civaki ya Xristiyanan (CSU) Horst Seehofer bi hev ra daxuyaniyek dan.
Merkele got bi partiyan re bi qasi 4 hefteyan muzakere hatin kirin ü wiha axivi: "Ji bo ku reyek be ditin ez dikarim bibejim tişteki ku nehatibe ceribandin nema. Ez dikarim ve li ser nave CDU ü CSUye bibejim. Ji ber ku çareseriyeke hevpar nehat ditin, ez xemgin im. Me wisa bawer dikir ku em li ser reyeke lihevkirine ne. Eze sibe bi Serokomar re biaxivim ü der bare rewşe de agahiye bidim wi. Paşe eme binerin ka rewş de çawa be. CDU ü CSU eme bi hev ra berpirsiyariye hildin ser milen xwe ü wisa tevbigerin."
Seroke Gişti Partiya Yekitiya Civaki ya Xristiyanan (CSU) Horst Seehofer ji got ew xemgin e ku FDP ji muzakereyan vekişiyaye,.
Cem Ozdemire Hevseroke Partiya Keskan ji FDP rexne kir ku ew çima ji maseye vekişiyaye ü got ji bo ku koalisyon ava bibe heta keliya dawin ji wek parti wan hewl daye.
Li Almanyaye di 18e cotmehe de hevditinen ji bo avakirina "Koalisyona Jamaikaye" di navbera partiyen CDU/CSU, FDP ü Partiya Keskan de dest pe kiribün ü ji 4 hefteyan zedetir dewam kiribün. Le partiya FDPye duh bişev daxuyand ku ew ji hevditinan vedikişe. Niha avakirina hikümete we çawa be he rewş nediyar e.
Pişti vekişina FDPe dibe ku hilbijartina peşwext çebibe an ji hikümeta kemhejmare be avakirin.
Ji ber ku rengen partiya ACDU/CSU, FDP ü Keskan (reş-zer-kesk) bi hev ra rengen alaya Jamaikaye pek dianin ü dihat texminkirin ku ewe bi hev ra kaolisyone ava bikin ji ve koalisyone re digotin "Koalisyona Jamaikaye". -
|