Karikaturiste rojnameya Suddeutsche Zeitunge ya Almanyaye Dieter Hanitzsche ku karikatureke Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu xez kir bi hinceta süce neyare Cihüyan kiriye ji kar hat derxistin.
Derhenere Weşana Gişti ya Suddeutsche Zeitunge Wolfgang Krach ji ber karikature leborin xwest.
Dieter Hanitzsch di karikature da stranbeja İsraili Netta Barzila ya ku di Peşbaziya Strane ya Eurovisione da bübü yekemin bibir xist. Di karikature da Netanyahu bi cil ü bergen Barzilaye ku weke sitrana "Sala be li Qudse" bibeje xez kir.
Pişti berteken li ser medyaya civaki ü medyaya Almanyaye hatin nişandan Hanitzsch ji kar hat derxistin.
Karikaturist Hanitzsch daxuyani da çapemeniya Almanyaye ü piştrast kir ku rast e ew ji kar hatiye avetin le ji ber kirina xwe poşman nine.
Di rojnameya Dieter Hanitzsche da bere ji karikaturen Serokomar Recep Tayyip Erdogan en ku heta mirov dikare wek heqaret bihesibine hatibün weşandin.
Ji bo ve yeke ji digotin azadiya çapemeni ü ifadekirine heye ü xwe bi wi rengi diparastin. -
|