Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 08:53 
News  > 

Li Almanyayê dayika ku PKKyê keça wê revandiye, li pêşiya serokwezîriyê çalakiya xwe didomîne

07.04.2021 14:26

Li Almanyaye Maide Tya dayika Nilufer Tya ku ji aliye rexistina terore PKKye hat revandin, çalakiya xwe ya ku ji bo bigiheje keça xwe da destpekirin, didomine.

Maide T hat ber avahiya Serokweziriye ü diyar kir ku PKKya rexistina terore di demen dawin da bi reya medyaya civaki keç ü xortan dixapine.

Maide Tye bal kişand ku, ji ber şewba virusa koronaye ya nü (Kovid-19) PKKyiyan bere xwe da medyaya civaki ü wiha dewam kir, "PKKyi li ser medyaya civaki pir aktif in. Bi reya medyaya civaki dixwazin ji rexistine ra keç ü xortan bibinin. Bira kes nekeve van defiken wan. Bira her kes li zaroken xwe xwedi derkeve."

Maide Tye cardin bangi dayiken din en ku rexistina terore zaroken wan revandine, kir ku ew ji tevi tekoşina we bibin ü wiha dewam kir, "Heta ku hün li male rünen ü seba zaroken xwe tekoşine nedin, zaroken we venagerin. PKK wan naşine. Werin em bibin yek ü bi hev ra ve tekoşine bidin."

Maide Tye miqamen Alman rexne kir ku li revandina keça we nabin xwedi, ev be eleqedariya wan zedetir hersa we tine.

Maide Tye bangi Nilufera keça xwe kir ü wiha got, "Keça min, ez tika dikim ku tu vegeri mala we. Dawiya kesen ku dikevin deste rexistin terore xerabi ye. Keça min, heke tu min dibihizi guh bide banga min."

Maide T. ji 12e Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji male derket ü got, "Ez diçim dibistane", xebere nastine. Dayika dilşewat ku 3 meh e çalakiyen xwe didomine, beri niha li ber komeleya neziki PKKye ya bi nave "Navenda Kurdistaniyen li Berline", li Deriye Brandenburge ku li navenda bajer e ü li ber Meclisa Federal çalaki kiribü ü xwestibü ku keça we ji deste rexistina terore were xilaskirin.

Maide T. ji sibata 2020i vir va li diji rexistina terore PKKye çalakiye dike. -



 
Latest News





 
 
Top News