Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 12:16 
News  > 

Li Ajansa Anadoluyê guhertina peywirê

07.04.2021 16:11

Seroke Lijneya Reveberiye ü Midüre Gişti ye Ajansa Anadoluye (AA) Şenol Kazanci peywira xwe dewri Serdar Karagoz kir.

Civina Lijneya Gişti ya Asayi ya Sala 2020i ya Ajansa Anadoluye li avahiya Midüriyeta Gişti hat kirin.

Di Lijneya Gişti da endamen lijneya reveberiye ku 6 sal e li ser peywire bün, guherin. Maweya peywira reveberiya AAye ya bi serokatiya Kazanci bi dawi bü.

Li Lijneya Gişti da ji bo Lijneya Reveberiya ya AAye ya nü Serdar Karagoz, Doç. Dr. Yusuf Ozkir, Prof. Dr. Hasan Nuri Yaşar, Doç. Dr. İsmail Çaglar ü Buşra Karaduman Aktuna hatin hilbijartin. Dü ra di civina ewil a lijneya reveberiye da Serdar Karagoz bü Seroke Lijneya Revebiriye ü Seroke Gişti.

Şenol Kazanci ku peywira Serokatiya Lijneya Reveberiye ü Midüriyeta Gişti dewri Serdar Karagoz kir, di axaftina xwe ya di merasima guhertina peywire da diyar kir ku ji bo serkeftina AAye ew 6 salan benavber xebitin ü ji bo piştevaniya wi ji sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir.

Kazanci bal kişand ku ji bo wi serbilindi ye ku wi di saziya bijare ya Tirkiyeye AAye da peywir ani cih. Kazanci wiha axivi:

"Ji bo armanca em denge Anadoluye bigihinin dinyaye em 6 salan benavber xebitin. Ez ji dil bawer im ku reveberiya nü ji de heqe ve peywire bide ü baş bixebite. İro em li ve dere merasima guhertina peywire ya wisa dikin ku dikare ji bo hemü saziyan bibe nimüne. Ez kefxweş im ku ez we yeke dibinim, lijneya reveberiye ya nü ya bi serokatiya Serdar Karagoz de AAye biheztir bike. Ez sipasiya endamen lijneya reveberiye dikim ku di xebata me ya AAye da hevaltiya me kirin. Ji xeyni ve ez sipasiya hemü hevalen me yen din dikim ku bi xebaten xwe va AA kirin marqeyeke dinyaye."

Seroke Lijneya Reveberiye ü Midüre Gişti ye AAye ye nü Serdar Karagoz ji sipasiya reveberiya Şenol Kazanci kir ku AA gihand roja me ya iro ü wiha axivi:

"Ajansa Anadoluye yek ji saziyen heri giring en Tirkiyeye ye. Misyona ragihandina denge welate me ü denge insanen Anadoluye bo dinyaye, berpirsiyariyeke giran dixe ser mile me. Di çarçoveya ve misyone da em e ji bi hewl ü xiret bixebitin. Serkeftina AAye ya di qada navneteweyi da ji iro şünda berpirsiyariyeke hin girantir dixe ser mile me."

Midüre Gişti ye AAye Serdar Karagoz her wisa sipasiya Serokomar Erdogan kir ku piştgiriya AAye dike. -



 
Latest News





 
 
Top News