Li Herema Rojhilate Anadoluye germahiya heri kem di bin sifire da 23 pileyan va li Agiriye hat pivan.
Li gori daxuyaniya Midüriyeta Meteorolojiye ya Herema 12emin, te texminkirin ku li hereme hewa we li Erdexan, Qers ü bakure Erzirome perçe ewrayi ü li cihen din ji kem ewrayi be.
Li herema ku germahi we li gor demsale be, ba ji we ji hela bakur va nerm, car caran ji niveqewi rabe.
Li hereme bi şev germahiya heri kem di bin sifire da li Agiriye 23, li Erzirome 16, li Qerse 12, li Erdexane 8, li Erzingane 7 ü li İdire ji 3 pile hat pivan.
Her wiha te texminkirin ku nava roje ji germahiya heri zede li İdir ü Erzingane 10, li Erzirom, Qers ü Agiriye pileyek, li Erdexane ji di bin sifire da 2 pile be.
Li navenden xweşiqitandine qalindahiya berfe li Palandokene 122, li Sariqamişe 86 ü li Konakliye ji 45 santimetre hat pivan.
Ji ber ku li temamiya hereme hişki ü cemede çebibe, ji şofer, welati ü rayedaran hat xwestin ku ew baldar ü bi tevdir bin. -
|