Li parzemina Afrikaye jimara peketiyen virusa koronaye ya nü (Kovid-19), ji milyonek ü 727 hezari derbas bü.
Li gor malpera "Worldometer"e ku daneyen rojane yen miri ü peketiyen Kovid-19e yen li welet ü hereman berhev dike, li tevahiya parzemine jimara kesen ku di 24 saeten dawin da virus kişiya wan 9 hezar ü 85 zede bü ü derket milyonek ü 727 hezar ü 897an.
Jimara kesen ku ji ber şewbe mirin 116 zede bü ü derket 41 hezar ü 324an.
Ji ber Kovid-19e heta niha heri zede mirin li Komara Afrikaya Başür çebü. Li Komara Afrikaya Başür 18 hezar ü 968 kes mirin, li Misre 6 hezar ü 199 kes mirin, li Fase 3 hezar ü 301 kes mirin.
Li Morityuse peketiyen Kovid-19e nemane, li Seyşele ü Eritreye heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrikaya Başür jimara peketiyan derket 715 hezar ü 868an, dü vi welati ra bi 197 hezar ü 481 peketiyan va Fas, bi 106 hezar ü 540 peketiyan va Misir te.
Li Afrikaye jimara kesen ku bi Kovid-19e ketin ü paşe qenc bün ji miyonek ü 412 hezar ü 173 kes in. -
|